Ali Çelik
21 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2024
Li Gurpinara navçeya Wanê rêncberên ku heywanên xwe li mêrg û mexelan diçêrandin, bişev nişkêva di ser wan da berf barî.
Li bajêr duh baran barî û paşê bi sermayê ra li deverên bilind berf ket.
Li navçeya Gurpinarê bişev ji nişkêva berfê dayê û rêncberên gundan tengasî kişandin û heywanên birin nêzî taxan.
Resul Şenê ku heywanên xwe li mêrgê diçêrand, diyar kir ku wî ji ber berfê tengasî kişand û heywan berjêrî jêrê kirin.
Şen diyar kir ku berf nişkêva barî û wiha dewam kir, "Min û birayê xwe me 1660 serî pez bi sax silamet berjêr kirin. Berf îsal pir zû barî. Tu amadehiya me tunebû. Em ji niha va alifê zivistanê bidin heywanan, em ê zirar bikin."