Emre Ilıkan
07 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2022
Li Wanê berf barî û navenda bajêr spî kir, berfê rêya 2 mezreyan girt.
Berfê bi şev dest pê kir û heta sibê barî. Dar û ber û wesayît di binê berfê da man.
Li deverên bilind jî şofêran tengasî kişand. Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ku tengasî dernekeve kolanên sereke paqij kirin.
Xwediyên wesayîtan jî berfa ser wesayîta xwe avêt.
Berf û bagerê rêya du mezreyên ser navçeya Îpekyoluyê girt. Ekîb seba vekirina rêyan dixebitin.