Abdullah Söylemez,Ayşe Nur Erdoğdu Bayram,Günay Nuh,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Hilmi Tunahan Karakaya
07 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Erdexan, Qers, Tuncelî û Agiriyê hin cih bi berfê nixumîn, sermaya ku çêbû tesîrê li ser jiyanê dike.
Berfa ku duh êvarê dest pê ki li navenda bajêr çîl û spî kir.
Germa hewayê bi şev li Erziromê di binê sifirê da 2,9 pile hat pîvan, rê û dirban cemed girt.
Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kir, zarokan bi gogên berfê lîst.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê 19 santêm hat pîvan
Welatî Yavuz Bayram ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand demeke dirêj bû berf nedibarî ew kêfxweş e ku berf barî û wiha axivî: "Êdî bajêr wê 4-5 mehan di binê berfê da bimîne. Wek her demsal zivistan jî xweş e."
- Li Erdexan û Agiriyê li cihên bilind berf barî
Li Erdexanê berfa ku li cihên bilind barî bû sedem ku hewa sar bibe.
Li ser paceyên wesayîtan qeşa çêbû.
Li Agiriyê jî li cihên çiyayî berf barî.
Ji ber sermayê paceyên wesayîtan qeşa girt, gund çil û spî bûn.
- Tuncelî
Li Pulumur, Nazimiye, Xozat û Ovacixa navçeyên Tunceliyê jî berf barî.
Welatiyan berfa li ber deriyên xwe û ser wesayîtên xwe paqij kir.
Kesên ku heywanan xwedî dikin jî pez û bizinên xwe li mêrgên ku berfê spî kiriye çêrandin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û Şeftiya Şaxa 86emîn a Rêbejayê ji bo ku rê neyên girtin berfê paqij kirin.
- Qers
Berfa ku du roj e dem demî li Qersê dibare jî tesîreke nebaş li ser jiyanê kir.
Serê sibê mij û dûman çêbû, şofêran zehmetî kişand.
Ekîbên Midûriya Herêma 18mîn berfê paqij kirin.
Li navçeya Sariqamîşê daristana Sariçamê bi berfê nixumî.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê qalindahiya berfê gihîşt 15 santêman.