Sidar Can Eren
19 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2025
Li Tunceliyê piştî ku li serê çiyayan berf barî, pezkovî daketin Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê.
Li bajêr serê hin çiyayan ku bilindahiya wan digihêje 3 hezar mêtroyî bi berfê sipî bûn.
Pezkoviyên ku di bin parastinê da ne û nêçîra wan qedexe ye, ji ber sermayê daketin deverên li deştê.
Pezkoviyên li Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê dijîn, li herêmê berû û giyayê hişk dixwin.
Dîmenê pezkovîyên zikê xwe têr dikirin hat kişandin.