Abdullah Tel
13 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Li Çiyayên Munzurê yên Ovacixa navçeya Tunceliyê pezkovî û pezkoviyên qiloç çengalî hatin dîtin.
Navçeya ku bi reng, rûçik û siruşta xwe balê dikşîne bi pezkoviyên xwe nîşan didin va jî zêdetir rastî eleqeyê tê.
Pezkoviyên li Geliyê Kirkmerdîvenê diçêriyan ji hêla qamerayên AAyê va hatin kişandin.
Keriyê pezkoviyên ji çiyê serê ber bi jêr va hatin ewilî çêriyan û paşê jî hatin keviya çem avê vexwarin û dema dîtin ku li nêzî wan mirov hene ber bi palê çiyê va hilkişan û ji ber çavan winda bûn.
Taner Dermanê heyranê siruştê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Ovacixê gelek pezkovî hene û wiha pê da çû: "Ji ber ku min jî ew dîtin ez gelekî kêfxweş bûm. Heywanên pir şirîn in. Lazim e tu kes zirarê nede van. Ew bi hebûna xwe dor û berê me xweştir dikin."