Li Qers, Erdexan û Erziromê qadên avî qeşa girtin
Kars
Li Qers, Erdexan û Erziromê sir û seqem bandoreke neyênî li ser jiyanê dike.
Li Qersa ku germahiya hewayê bi şev daket 14 pileyên binê sifirê, sir û seqem bû sedema qerisîna qadên avî, qiravî ket ser dar û giyayan.
Li siruşta bi berfê nixumandî rovî derketin li xwarinê geriyan.
Li navçeya Sariqamîşê ji ber seqema zêde, camên dikan û wesayîtan qeşa girtin, qadên avê qerisîn.
Dîmenên ajelên kovî yên ku ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê, ji bo xwarinê zehmetî dikişandin, hat kişandin.
Li Erdexanê ku germahiya hewayê bi şev daket 12 pileyên binê sifirê, çem û gol qerisîn, qiravî ket ser dar û giyayan.
Li Erziroma ku germahiya hewayê bi şevê daket 9 pileyên binê sifirê, camên dikan û wesayîtan qeşa girtin.
Di şadirvanên bajêr da şembelîlk çêbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
