Jiyan

Geliyê Munzurê bi kulîlkên biharê xemilî

Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ya li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi germbûna hewayê va kulîlkên biharê vekirin û tebîet xemilandin.

Haydar Şahin  | 25.03.2020 - Rojanekırın : 29.03.2020
Geliyê Munzurê bi kulîlkên biharê xemilî

Tunceli

 Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ya li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi germbûna hewayê va kulîlkên biharê vekirin û tebîet xemilandin.

Li parka neteweyî ya zivistanê bi berfê çîl û sipî bibû bi germbûna hewayê erd reş dibe.

Li parka neteweyî ya gelek cure heywanên kovî lê hene xweşikahiyên tebîetê jî balê dikişînin. Berfîn, newroz, nifta kera, nêrgisan kulîlkên mizgîniya biharê tên zanîn vekirin.

Parka neteweyî ya bi kulîlkên rengîn xemilî ji bo ziyaretvanên ji bajêr û bajarên der û dorê tên dibe rawestgeheke girîng.

Di floraya parkê da 227ê wan endemîk 1518 cure nebat hatin tesbîtkirin, erdê parkê 42 hezar û 674 hektarî digre.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın