Li Tuncelî û Erzincanê berf dibare

Tunceli
Li navçeyên Tunceliyê Ovacix û Pulumurê û her wiha li Erzincanê berf dibare.
Li Ovacix û Pulumurê sir û seqema ev demek e didome vegerand berfê.
Bi barîna berfê ra kuçe û kolanên bajêr û her wiha wesayîtên parqkirî bi berfê spîçîl bûn.
Welatiyan berfa li ser avahiyan û ya li ber kargehan avêt.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 86em a Rêbejayê û yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê jî li navenda navçeyan û her wiha di rêyên gundan da xebata avêtina berfê û rêxwêkirinê meşandin.
Ji aliyekî din va di rêbejaya Tuncelî-Ovacik û Pulumur-Erzincanê da ji ber bagerê ajokaran dem demî zehmetî kişandin.
- Erzincan
Li Erzincanê jî barana ku ber destê sibehê tesîra xwe nîşan da, li cihên bilind vegerand barîna berfê.
Li derwazeyên wekî Sakaltutan, Kizildag û Ahmediyeyê berf barî û ekîbên Rêbejayê jî dest bi xebatên berfê kirin û rê xwê dikin.