Murat Çelik
04 Hezîran 2019•Rojanekirin: 09 Hezîran 2019
Li Tilloya navçeya Sêrtê di bin banê Şaredarî û Navenda Perwerdeya Gel da atolyeya xalîçeyan hat avakirin.
Îdham Aydinê Şaredarê Tilloyê, atolyeya 40 mêtroqere ku du meh berê li Mêvanxaneya Şaredariya Tilloyê hat avakirin, vekir.

Aydin li atolyeyê geriya û diyar kir ku salona berê nedihat emilandin û ji bo jin bi ked û roniya çavên xwe berheman çêbikin wan salon veguherand atolyeyê.
Her wiha Aydin got ku ew gelekî girîngiyê didine îstixdamê û di vê qadê da projeyên herêmî û neteweyî çêkirine û wiha pê da çû:
"Em hewl didin ku huner û moçkên destan yên xwecî winda nebin. Loma me salona ku berê nedihat emilandin kire atolye û yek jê hînkereka pispor û danzde jinên kursiyer li vê derê dixebitin. Jin him fêrî pîşe dibin û him jî pereyan qezenc dikin. Li navçeyê atolyeya me ya nitirandina daran jî heye. Nika jî me atolyeya xalîçeyan vekir. Em ê jimara atolyeyan zêde bikin û bi vî awayî ji bo jinên navçeyê qada îstixdamê fire bikin."
Hanîfe Balika hînkera pispor jî spasiya kesên xwedîked kir û got, "Her xalîçeya li vê derê tê raçandin xwedî çîrokeke cuda ye. Em wan bi keda milê xwe û roniya çavê xwe çêdikin. A ji niha va bikirên xalîçeyan hazir in. Em spasiya tevkaran dikin."