Haydar Şahin
17 Mijdar 2020•Rojanekirin: 20 Mijdar 2020
Li Şîrvana navçeya Sêrtê perwerdeya xwedîkirina mozan dan.
Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Şîrvanê bi hevkariya ÎŞKURê û Navenda Perwerdeya Gel a Şîrvanê va qurs vekir û perwerdeya teorîk da 22 qursiyeran.
Furkan Ozuakê Midûrê Çandinî û Daristanan a Şîrvanê diyar kir ku qursiyeran perwerdeya hilberîna di şertên erazî da û xwedîkirina koloniyan dîtin.
Ozuak got armanca wan ew e ku ciwan eleqeyê nîşanî mozvaniyê bidin û wiha pê da çû: "
Li Şîrvanê potansiyela foloraya nebatan, polen û nektarê heye. Em hewl didin ku bi taybetî hilberîna polenê zêde bikin û navê navçeyê derxin pêş. Di perwerdeya teorîk û pêkanînê da me agahî dan cotkarên xwe. Wekî mayîn me der barê amûrên mozvaniyê, cisnên mozan, xwedîkirina koloniyan, xebatên demsalî, hilberîna hingiv, derxistina hingiv û nexweşiyên mozan da jî agahî dan qursiyerên xwe."
Piştî perwerdeya 72 saetan li ber xwe da sertîfîka dan qursiyeran.