Jiyan

Li Sêrtê xoya kevir bû deriyê debara gundiyan

Li Berwariya navçeya Sêrtê xoya kevir ya ku li deverên gundewar bi rê û rêbazên kevneşop tê bidestxistin, bû deriyê debara gundiyan.

İbrahim Atmaca  | 15.09.2020 - Rojanekırın : 17.09.2020
Li Sêrtê xoya kevir bû deriyê debara gundiyan

Siirt

 Li Berwariya navçeya Sêrtê xoya kevir ya ku li deverên gundewar bi rê û rêbazên kevneşop tê bidestxistin, bû deriyê debara gundiyan.

Xoyê ji çavkaniyên siruştî yên nêzî gundê Tuzcularê tê derxistin. Ev gund li ser navçeyê ye. Xoyê di li ber tavê tê ziwakirin û paşê ji bo bikaranînê tê amadekirin.

Jin bi zarokên xwe va di binê germa havînê da xoyê derdixin û difroşin gundên derdorê û li navçeyan difroşin.

Vesîle Erdogana ku li gundê Tuzcularê dijî diyar kir ku debara wan ji derxistina xoyê tê.

Erdoganê diyar kir ku ew bi zehmetî xoyê derdixin û wiha dewam kir:

"Em li deverên çiyayî û geliyên nêzî gund xoyê derdixin. Hewa çi qas germ be, xoyê ew qas paqij dibe û qelîteya wê zêde dibe. Em vê xoyê difroşin gundên nêzîk û li navçeyan difroşin. Derxistina xoyê pir zehmet e. Wexta ku baran dibare û lehî radibe, em mecbûr dimînin û xoyê tev dirêjin. Em çewalê xoyê di navbera 20 û 30 lireyî da difroşin. Em pir eziyetê dikşînin, lê ji ber ku deriyê debara me ye, em pê kêfxweş in. Weke min gelek malbat bi zarokên xwe va xoyê derdixin."

Ji gundê Tuzcularê Mehmet Sadik Erdogan jî diyar kir, derxistina xoyê biharê dest pê dike û heta dawiya cotmehê dewam dike, debara piraniya gundiyan ji xoyê tê û ev xoyê di çêkirina penêr, şorav û tirşînê da tê bikaranîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın