Mehmet Niyazi Deniz
12 Mijdar 2024•Rojanekirin: 13 Mijdar 2024
Li Sêrtê ji ber mij û dûmanê mesafeya dîtinê kêm bû.
Li bajêr ji serê sibê pê va mij û dûman çêbû, li hin cihan mesafeya dîtinê heta 15-20 mêtroyan kêm bû.
Şofêrên ku rêya Sêrt-Kurtalan û Eruhê bi kar anîn, zehmetî kişandin.
Ekîbên trafîkê hişyarî dan şofêran da ku baldar bin.