Cüneyt Çelik
12 Mijdar 2024•Rojanekirin: 13 Mijdar 2024
Li Qersê mij û dûmanê û her wiha sermayê tesîra neyînî li jiyanê kir.
Li bajêr ji ber mij û dûmana ku bi şev dest pê kir û tesîra xwe zêdetir kir, mesafeya dîtinê daket heta 5 metreyan.
Ji ber mij û dûmana li ser rêbejaya Qers-Erziromê, qezayên trafîqê yên bi xesar çêbûn.
Her wiha sefera balafirê ya Stenbol-Qersê ya plana wê hatibû kirin ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Sabiha Gokçenê di saet 09.40î da bigihêje Balafirgeha Kars Harakaniyê ji ber mija zêde bo saet 14.00an hat taloqkirin.
Ji aliyê din va ji ber sermayê nebatan qiravî girt.