Mehmet Niyazi Deniz
25 Adar 2025•Rojanekirin: 27 Adar 2025
Li Şîrvana navçeya Sêrtê jina ku wenda bûbû ji aliyê cendirmeyê va hat dîtin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ekîbên Fermandariya Cendirmeya Parêzgehê li taxa Sîtê ya navçeyê duhê seat 21.15an îxbar sitandin ku Ş.Eya 30 salî ya xwedan pêwîstiya taybet wenda bûye.
Ji bo dîtîna jinê bi beşdariya tîma komandoyê, 2 tîmên parêzvanên ewlekariyê, tîmên ewlekariya navxweyî ya cendirmeyê, Çatiyê kûçikê şopandinê û welatiyan xebata lêgerînê hat destpêkirin.
Ekîban saet 00.05an Ş.E bi qasî 2 kîlometroyan dûrî taxê dît.
Ş.E piştî kontrolên li Nexweşxaneyê radestî malbata wê kirin.