Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
25 Adar 2025•Rojanekirin: 26 Adar 2025
Li Qersê piştî ketina berfê tesîra sir û sermayê dewam dike.
Bi şev germa hewayê heta 7 pileyan ket binê sifirê, heywanên kovî di serma û berfê da ji bo dîtina xwarinê tengasî kişandin.
Werdekên serkesk di Çemê Qersê da ji xwe ra xwarinê geriyan.
Li navçeya Sariqamîşê jî bi şev germa hewayê heta 8 pileyan ket binê sifirê. Bi baniyên avahiyan û daran va şembelîlk daliqiyan, golên piçûk qerimîn.
Li hin deran jî teyrên beyanî ji xwe ra li xwarinê geriyan.