Haydar Şahin
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Li hin herêmên Stenbolê ji nîvê şevê pê va mij ket.
Li hin navçeyên li bakurê aliyê Ewropayê yê bajêr û Geliyê Stenbolê mijeke giran ket. Ji ber vê hat dîtin ku avahiyên bilind di nav mijê da winda bûn.
Wekî mayîn li Otobana TEMê carcaran mesafeya pêşîdîtinê dakete 100 mêtreyî, ajokaran ji ber mijê tengasî kişandin û roniyên xwe yên mijê vêxistin û hêdî hêdî rêva çûn.