İbrahim Atmaca
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
GAZÎANTEP/ŞANLIURFA
Li mija ku li Gazîanteb û Şanliûrfayê çêbû, çûyîn û hatinê dixe tengasiyê.
Li Gazîantebê ji serê sibê pê va mijeke zêde çêbû û li Balafirgeha Gazîantebê di çûyîn û hatina balafiran da astengî çêbûn.
Balafira Rêhewaya Tirk ku wê ji Stenbolê biçûya Gazîantebê, ji ber ku li balafirgehê ji 66 mêtreyan zêdetir pêşiya xwe nedît, berê wê dane Edeneyê.
Ji aliyekî din va hat gotin, balafirên ku wê ji bajarên din herin Gazîantebê jî ranebûn û li benda rabûna mijê ne.
Tê payîn ku li giştiyê bajêr mij heta çend saetan rabe û rabûn û danîna balafiran cardin dest pê bike.
Li gor texmînê li bajêr heta paşînê baran bibare û cî bi cî mij çêbe.
- Şanliurfa
Li Şanliurfayê ji serê sibê pê va bi taybetî li ser deverên bilind mijeke zêde çêbûye û şofêran tengasî kişand.
Li bajêr cî bi cî meriv ji 40 mêtreyî zêdetir pêşiya xwe nabîne û germa hewayê jî 13 pile hat pîvan.
Ekîbên trafîkê hişyarî da şofêran ku bi lez neçin û mesafeya şopê biparêzin.