Önder Beyter
18 Mijdar 2019•Rojanekirin: 19 Mijdar 2019
Li Stenbolê ji ber mij û xumama zêde ajokar zehmetiyê dikişînin.
Li tevahiya bajêr mij û xumama zêde ku nîvê şevê dest pê kir, tesîra xwe destê sibehê jî didomîne. Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bûye û lewma jî ajokar di trafîqê da zehmetiyê dikişînin.
Nexasim li Otorêya Temê û rêbejaya D100ê li hin ciyan destê sibehê trafîq asê bû.
Di vê navberê da ji ber mijê li Balafirgeha Navneteweyî Sabîha Gokçenê hin seferên ku bi derengî ketibûn, qederek bi şûnda asayî bûbûn.
Li Stenbolê ji ber mijê seferên hin keştiyan hatin betalkirin.
Li gor daxuyaniya Şirketa Anonîm a Xetên Bajêr, ji ber mij û dûmana zêde ya li Tengavê seferên hin keştiyan wê neyên kirin.
Hat daxuyandin seferên Emînonu-Uskudar, Uskudar-Eyup, Îstînye-Çubuklu Arabali, Hatina ji Tengavê /Çûyîna ji Tengavê, Anadolukavagi-Uskudar, Rumelîkavagi-Emînonu, Sariyer-Rumelikavagi-Anadolukavagi, Kuçuksu-Beşîktaş-Kabataş, Çengelkoy-Îstînye, Kuçuksu-Îstînye û Uskudar-Ortakoy hatin betalkirin.