Önder Beyter
17 Mijdar 2019•Rojanekirin: 24 Mijdar 2019
Gola Bendava Uzunçayirê ku heyatê dide Tunceliyê, bi xêra projeyên ku van salên dawîn bi destê Walîtiyê hatin cîbicîkirin, bû navenda werzişên avê ku bi qasî qeraxên turîstîk xwedî cazibe ne.
Tunceliya ku ji hêla nebat û giyayan pir dewlemend e, bi veberhênanên li Gola Bendava Uzunçayirê ku ji ava Pulumur û ava Munzurê pêk tê, bi nav û deng dibe.
Bi teşebisa Walî Tuncay Sonel li dewrûbera gola bendavê parq, bexçe, rêya meşê û rêya duçerxê û herwiha qadên jiyanê hatin çêkirin da ku xelkê bajêr 4 demsalan bên vê derê û wextê xwe xweş biborînin.
Li gola bendavê ku bi hêşînahiya xwe va sûretekî xweşik dide bajêr, tekneyên tûrê, motoryat û jet skî ketin xizmetê da ku potansiyela turîzma havînê ya deverê zêdetir bibe.
- Bû navenda werzişên av û xwezayê
Herwiha li serê girê nêzîkî golê ya ku raqima wê 1300 e jî ji bo paraşuta palê ciyê xweavêtinê hat çêkirin. Bi vî awayî bajêr bû navenda werzişên av û xwezayê.
Walî Sonel di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Tuncelî heta çend sal berê jî bi terorê dihat naskirin.
Sonel diyar kir ku hêzên ewlekariyê bi operasyonên serkeftî va derbeyên xedar li terorîstan dan û wiha dewam kir:
"Tuncelî êdî bû bajarê aramiyê. Berê li Taxa Ataturkê ku 15 hezar welatiyên me lê dijîn, tu ciyek tunebû ku malbatên me biçin û ji xwe ra bigerin û bêhna xwe bidin. Lêbelê aniha îskele, marîna, rastoran, Baxçeyê Milet, Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê, rêyên meşê yên dar, rêyên duçerxan, çewliga hespan û qadên werzişê hene. Bi van hemû derfetan va bajêr bi ser xwe da hat. Herwiha me li Gola Bendava Uzunçayirê ku ji ava Pulumur û ava Munzurê pêk tê jî ew derfet pêk anîn û me ev der kir navenda werzişên av û xwezayê."