Ekrem Payan
24 Nîsan 2025•Rojanekirin: 25 Nîsan 2025
Li Şirnexê serê sibehê bandora toz û xubarê çêbû.
Ji ber toz û xubarê navenda bajêr û çiyayên Gabar û Cûdiyê di nava xubarê da wenda bûn û wesaît û şaneşînên avahiyan toz girt.
- Hekarî
Li Hekariyê jî serê sibehê bandora toz û xubarê çêbû.
Ji ber xubarê mesafeya dîtinê kêm bû û wesaît û şaneşînên avahiyan toz girt.
Rayedaran ji bo welatiyên li bajarên navborî hişyarî dan ku baldar bin.
Tê texmînkirin ku bandora toz û xubarê li herêmê heya sibê jî bidome.