Sabri Yıldırım
24 Nîsan 2025•Rojanekirin: 26 Nîsan 2025
Li Çizmeburuna herêma Mûşê ku raqima wê 1800 e, bi hatina biharê ra guldexwîn vebûn.
Siruşthez û wênekêş piştî meşa ku 3 saetan dikşîne gihan herêma Çizmeburunê û li vir wêneyên guldexwînên ku bi hatina biharê ra vebûn, girtin.
Serokê Komeleya Gavên Ciwan Sedat Ozcan ji mensûbên çapemeniyê ra daxuyand, ew wekî ekîbeke ku ji 20 kesan pêk tê hatin herêmê ku guldexwînan bibînin.
Ozcan got ku parastina siruştê wezîfeya ciwanan e û wiha dewam kir,
"Me wêneyên gelekî xweş girtin. Em piştî meşeke ku 3 saetan kişand gihîştin herêmê û me ev dîmenên xweşik dîtin."