Önder Beyter
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 13 Gulan 2020
Li Îdirê du reqasan ji bo ku balê bikişînin ser xweza û kevneşopiyên Kafkas, li ser zeviya xerdelan ku kulîlk vekirine, dansa Kafkas kirin.
Li Îdira ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê yekemîn parêzgeh e ku pêşwaziyê li biharê dike, xweza bi hatina bihar hişyar bû.
Li Îdira ku li gorî parêzgehên herêmê, hewaya wê hinekî nermtir e, zeviyên ku bi hatina biharê ra kulîlk vekirin, bûn wekî studyoya xwezayî.
Li ser zeviyên ku bi kulîlkên xerdalan ku bi xwe berê hêşîn dibin xemilîn, hema hema hemû tonên rengên zer û qîç dixuyên û lewma jî dîmenên wekî postkartan derketin holê.
Hîndekarê Govendên Gelêrî yên Kafkasê Sinan Kalem û reqas Esma Nur Sarihanê ku xwestin bedewiya zeviyên kulîlkvedayî binirxînin, di nava kulîlkan da dansa Kafkas kirin ku hem danasîna vê bûyera xwezayî ya bedew û hem jî ya dansên Kafkas ku bûne sembola Azerbeycanê, bikin.
Hîndekar Sinan Kalem diyar kir ku ew ê xebata xwe di medyaya civakî da parve bikin û bi vî awayî balê bikişînin ser danasîna Îdirê û wiha dewam kir, "Me xwest em kulîlkên sembola biharê û bedewiyên me yên gelêrî bînin cem hev û wisa pêşkêş bikin. Em hewil didin ku bedewî û sipehîtiya Îdira me, çanda me nîşan bidin."
- "Daxwaza me ew e ku em van dansên kevneşopiyê bigihînin siberojê"
Serokê Şaxa Îdirê ya Komeleya Tirkiye Azerbeycanê (TURKAZDER) Ilterîş Kagan Tankinsu ku çalakî organîze kir, bal kişand ku ew ji bo domandina kevneşopiyê xebatê dikin û wiha got:
"Dansên gelêrî yên Azerbeycanê wekî rengvedana çandeke zehf dewlemend derdikevin pêşiya me û nexasim jî beşeke bivênevê ya çanda herêmî ya Îdirê ye. Daxwaza me ew e ku em van dansên kevneşopiyê bigihînin siberojê."