Abdullah Tel
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 13 Gulan 2020
Li Zozana Feraşînê ya ser Beytşebaba navçeya Şirnexê ku bilindahiya wê 2 hezar û 625 metre ye û di nav çil û çiyayan da ye kar û xebatên heywandaran dest pê kir.
Zozana di navbera Şirnex, Hekarî û Wanê da ji bo xwediyên pez bi mêrgên xwe jîngeke şên e.
Li Beytşebaba ku rojên dirêj ên zivistanê bi dawî bûn û dinya hêdî hêdî germ dibe welatiyên dixwazin derkevin zozanna dest bi amadehiyan kirin û qismekî wan jî gihîştin Zozana Feraşînê.
Xwediyên pez û dewar ên ku gihîştin zozana ku hê jî sir û seqem lê heye bo malbat û heywanên xwe seranserê rojê dixebitin û amadehiyên xwe temam dikin.
Heywandar li Zozana Feraşînê kêmasiya wan hewşên ku bi sale ne bi kar tînin temam dikin û ser wan bi naylonê digirin û ji bo xwe jî konan vedigirin û soba datînin.
Dema amadehiyên li zozanê bi dawî bibe wê heywandar vegerin malên xwe malbat, pez û heywanên xwe bînin.
- "Zozanê Feraşînê ji bo pez û dewaran gelekî bi kêr e"
Ji xwediyên pez Siddik Uca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi hatina biharê va kelecana derketina zozanan jî ji bo wan dest pê kir.
Di axaftina xwe da Uca got: "Zozanê Feraşînê ji bo pez û dewaran gelekî bi kêr e. Bihar e lê bandora zivistanê dewam dike. Ji bo ku heywanên me neqefilin bi qasî 20 rojan emê wan di hewşan da bihêlin û paşê berî mêrgan bidin."