Sevim Hatun
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
TRABZON
Li aliyê Rojhilatê Behra Reş bi hatina sermayê re, xemsiyên li ser dezgeyên masîgiran jî zêde bûn, welatî eleqeyeke mezin nîşanî xemsiyan didin.
Piştî ku di 1ê îlonê de qedexeya ser masîgirtinê hat rakirin, masîgirên ji Behra Reş gelek xemsî ku di mehên borî de zêde tunebûn, girtin.
Xemsiyên ku hefteya borî kîloya wan bi 15 lireyî dihat firotin, bi saya xemsiyên ku di du rojên dawîn de ketin tora masîgiran daket 5 lireyî. Herwiha hin masîfiroş jî 3 kîloyan bi 10 lireyî difroşin, masîhezên tên Bazara Masiyan a Tranbzonê piştî ku masî û bihayê wê dibînin kêfxweş dibin.
Serokê Koperatîfa Berên Behrê ya Rojhilatê Behra Reş Ahmet Mutlu ji nûçegihanê AAyê re got ku salên borî xemsî herî zêde li Sînop û der dora wê dihatin dîtin.
Mutlu wiha dewam kir: "Vê gavê li hemû herêmên Behra Reş masî tên girtin. Ev jî nîşan dide ku rewş baş e. Rojên pêş me bi barîna berfê re wê hewa sartir bibe. Bi sermayê re wê koça xemsiyan jî kêm bibe û zêdetir masî wê bikevin toran."
Mutlu got ku çiqas masî zêde bin bi wî qasî biha dadikeve û wiha axivî:
"Çiqasî biha dakeve teleb jî bi wî qasî zêde dibe. Lewra welatiyan eleqe nîşanî xemsiyên ku kîloya wan bi 15 lireyan dihatin firotin nedida."
- Em jî memnûn in welatî jî
Sedat Çakirogluyê ev 20 sal in li bazarê masiyan difroşe got: "Par ewqas xemsî tunebûn. Masî pir in, biha jî ne zêde ye, em jî memnûn in welatî jî."