Ekip
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
ELAZIG
Koçerên xelkê Sêwrega Şanliurfayê pezê xwe hildidin û her sal havînê ji bo zozanên hênik diçine Erziromê.
Piştî hewa sar bû koçer dizivirin. Koçer di vê zivirina ku sê çar mehan dewam dike de tên Palûya navçeya Elezîzê û nêzî hewzeya Çemê Muradê konên xwe vedidin û behna xwe vedikin.
Koçer şevên xwe di konan de derbas dikin û xwarina xwe jî bi derfetên we çêdikin û dixwin. Kombûna koçeran û dîmenê pêz a nêzî hewzeya Çemê Muradê dîdemeke balkêş derdixe holê.
- Hê rêya wan a 20 rojî heye
Ji koçberan Mehmet Canat ji nûçegihanê AAyê re got ku ji bo em bigihêjin Sêwrega navçeya Şanliurfayê bi rojan e di rê de ne.
Canat got ku bi sarbûna hewayê re dest bi gerê kirin û wiha dewam kir: "Em di biharê de çûn zozanê Erziromê. Bi hatina payizê re ketin rêya vegerê. Em payizê vedigerin. Ev 40 roj in em di rê de ne. Hê rêya me ya 20 rojan heye."
Canat got ku di rê de em carinan bêhna xwe didin lê ji ber ku îsal şilî heye veger jî zehmet e. Canat wiha dewam kir: "Ji ber ku alif tune, em pirî caran heywanên xwe birçî dihêlin. Em her tim dimeşin."