Li Taşliçaya Navçeya Agiriyê hin ciwan li ser çemê qeşagirtî dileyîzin û sorfa qeşayê dikin.
Ji ber serma û seqemê çemê Taşliçayê qeşa girt. Ciwanên ku dixwazin bileyîzin û dema xwe xweş derbas bikin diçin li ser çem. Li wir bi tevir, şîş û bêran ve qeşayê dişkînin. Ew perçeyê mezin wek kelekekê bi kar tînin û li ser wî perçeyê mezin xwe di çem de berdidin diçin.
Muhammed Ateşê ku li ser çem dilîze ji nûçegihanê AAyê re got ku ew û hevalên xwe dema ku karê wan tunebe tên li vir û dileyîzin.
Ateş wiha axivî: "Em li ser çem heta jêrê diçin û li jêrê digîhîjin qeraxê. Talukeya vê tune. Tenê car caran em şil dibin, lê malên me nêzîk e em diçin xwe ziwa dikin."
Alî Demir jî got ku ev lîstik hinekî wan dibetilîne, lê ew dema xwe derbas dikin û pê kêfxweş dibin.