Li ser Çemê Feratê bi keştiyan va geriyan
Şaredariya Şanliurfayê ji bo ku li navçeyên Xelfetî, Birecik û Bozovayê li ser Çemê Feratê bi awayekî profesyonel gerên keştiyê bên kirin, destûr da 34 keştiyên din jî

Şanlıurfa
Şaredariya Şanliurfayê ji bo ku li navçeyên Xelfetî, Birecik û Bozovayê yên devê Çemê Feratê bi awayekî profesyonel gerên keştiyê bên kirin, xebat da destpêkirin.
Çemê Feratê ya ku 2 hezar û 800 kîlomêtro dirêj e, li ser wê bendavên Ataturk, Keban, Karakaya, Birecik û Karkamişê hene.
Ji bilî çandiniyê feydeya Çemê Feratê ji turîzmê ra jî heye.
LI navçeya Xelfetiyê bi salan e li ser Çemê Fetatê gera bi keştiyê dihat kirin, lê niha li navçeyên Birecik û Bozovayê jî ev xizmet tê kirin.
Şaredariya Şanliurfayê ji bo ku xizmetê bidin turîstên herêmî û biyanî destûr da 34 keştiyên gerê ku ew bi awayekî rêk û pêk vî karî bikin.
Bi saya van keştiyên nû û tûrên ku wê bên kirin turîst wê bikaribin berhemên dîrokî û xwezaya xweş a devê Çemê Feratê baştir bibînin.
- "Ev der wê bibin navenda cazîbeyê"
Şaredarê Şanliurfayê Zeynel Abîdîn Beyazgul ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ev bajar ji hêla çand, dîrok û xwezayê va navdar e, navçeyên li devê Çemê Feratê jî havînê ji bo welatiyên dibin cihên bêhnvedanê.
Beyazgul got bi saya 34 keştiyên nû ya ku wan lîsans daye va turên keştiyan wê bên kirin ku ewê turîzmê pêşva bibin û wiha dewam kir: "Tê rîwayetkirin ava cinetê di nav ava Feratê da heye. Li Birecik, Xellfetî û Bozovayê bi saya keştiyên nû va tur wê bên kirin ku ev der wê bibin navenda cazîbeyê. Kesên tên Xelfetiyê wê bajarê di binê avê da maye yanê gundê Savaşanê, Keleha Rûman, şikeftên Qîza Qral û Mizgefta Mezin bibînin."
Beyazgul got Çataxa Bozovayê jî cihekî xweş e û divê bê dîtin û wiha pê da çû: "Şanliurfa bi xwarin, hunerên destan, erdnîgariya xwe va cihekî gelek dewlemend e û divê bê dîtin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.