Önder Beyter
20 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2020
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji nîvro şûnda tavî dê li 6 parêzgehan were.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe ewrayî û bi demê ra jî pir ewrayî be. Her wiha ji nîvro bigire heya êvarê, li Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan, Îdir û Erzinganê tavî dê were.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Qersê 0, li Agiriyê 2, li Erdexan û Erziromê 6, li Îdirê 10 û li Erzinganê jî 14 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdirê 24, li Erzinganê 23, li Agiriyê 22, li Qersê 20, li Erziromê 19 û li Erdexanê jî 17 pile be.