Li Çemê Muradê û dorûberê wê xweşikiya rengên payîzê
Xwezaya li dorûberê ji hêla peyamnêrê AAyê bi droneê hat kişandin
Ağrı
Li Agiriyê di demsala payîzê da bi tesîra tonên cuda yên zer û qehweyî yên daran va xweşikiya dorûberê Çemê Muradê mirov hejmetkar dihêle.
Dorûberê Çemê Muradê ku li navçeya Gîhadînê dizê û ava çemên din ên li herêmê jî tev dibe, bi hatina payîzê ra kirasê xwe guherand.
Li çemê ku di nava çiyayên asê yên li navçeyên Dutax û Xamûrê ra mîna maran çiv û fetlan dide xwe û diherike, demsala payîzê xwe êdî xwe rind nîşan dide.
Çemê ku zivistanê bi temamî diqerime û dibe çavkaniyê debara masîgirên xwecihî, van rojan bi tesîra tonên cuda yên zer û qehweyî yên darên li dorûberê va dîmenên sipehî derdixe holê.
Hin welatiyên ku ji bo girtina masiyan û bihurandina demeke xweş, hatine ber çem, kêfa menzereyê dikin.
Welatî Miraç Faruk Tanriverdi di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Çemê Muradê salê çar demsal cuda û rengîn e.
Tanriverdi diyar kir ku çem bi bedewiya xwe, deverê dixemilîne û wiha dewam kir, "Xweza û dîmeke xweşik heye. Em jî tevî hevalan tên ber Çemê Muradê ku wextekî xweş derbas bikin. Em masiyan digirin û her wisa bi piranî jî em masiyên ku em digirin, cardin berdidin avê. Wate masîgirtin ji bo hatine me hincet e, armanc me temaşekirina menzereyê ye."
Xwezaya rengîn a dorûberê ji hêla peyamnêrê AAyê bi droneê hat kişandin.