Cebrail Caymaz
07 Tebax 2025•Rojanekirin: 08 Tebax 2025
Li Şanliurfayê ku ji bajarên herî germ ên Tirkiyeyê ye, termometreyan 50 pile nîşan da.
Li bajêr tesîra neyînî ya kelekela germa havînê ya li ser jiyanê berdewam e.
Termometreya li ser Bulwara Ataturkê 50 pile nîşan da, her wiha kesên xwestin germ tesîrê li wan neke, çûn parq û cihên hêşînahî û her wiha xwe dan ber siya daran.
Li rawestgeha dawîn a otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê jî welatî bi pergala vîzikandina ava ku bûxara wê sar e, hênik bûn.
Ji ber germahiya hewayê kuçe û kolanên bajêr ên qelebalix xalî man.