Jiyan

Li Şanliurfayê hilanîna "zêrê sipî" dest pê kir

Müslüm Etgü  | 18.09.2021 - Rojanekırın : 19.09.2021
Li Şanliurfayê hilanîna "zêrê sipî" dest pê kir Müslüm Etgü - AA

Şanlıurfa

 Li Şanliurfaya ku li Tirkiyeyê piraniya pembû lê tê çandin cotkaran bi hêviya ku mehsûl baş be dest bi hilanîna pembû kirin.

Bi saya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadolu (GAP) ji ber ku derfetên avdanê zêde bûn ajotina pembû jî berfireh bû.

Pembûyê ku bi lîfê xwe ji bona sektora tekstîl, bi dendikê xwe ji bona pîşesaziya rûn û bi kuspeya xwe ji bona heywandariyê madeyeke sereke ye, ji ber ku li herêmê derfetên avdanê pêşva çûn hê zêdetir bi destê cotkaran tê ajotin.

Îsal pembû li qadeke qederê 2 milyon donimî hatiye ajotin. Her çiqas makîne pêşva çûbûn jî li hin deran cotkar bi destan pembû kom dikin.

Xebatkar ber destê sibehê diçin ser zeviyan û heya êvarê pembû kom dikin û bi pereyê qezenc dikin jî debara xwe dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın