Cebrail Caymaz
18 Tebax 2025•Rojanekirin: 20 Tebax 2025
Li Bozovaya navçeya Şanliurfayê ceyranê kesek kişand û kuşt.
Mehmet Çîçek (26) li Taxa Kesmetaşê ya gundewar a li ser navçeyê dema ku tesîsata xaniyekî girê dida, ceyranê ew kişand.
Li ser êxbara kesên derdorê cendirme û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Çîçek rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bozovayê, lê nehat xelaskirin.