Li Hekariyê xwebexşan li dorbera Golên Cemedê yên Satê paqijî kir

Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê siruşthezan ji bo balkişandinê li dorbera Golên Cemedê yên Satê yên 3 hezar û 400 raqimî, paqijî kir.
Bi hevkariya Qulûba Werziş, Ekolojî, Çand û Çiyageriyê ya Yuksekovayê (YEKDASDER) û Stigia Turîzmê da li Çiyayên Îkîyakayê li herêma ku Golên Cemedê yên Satê lê ne, çalakî hat lidarxistin.
10 siruşthezên ku beşdarî çalakiyê bûn, gemara pîknîkvan û kampvanan kom kirin û li qamyona zibil bar kirin ku ji hêla Dirbaz Buyuksuyê Şaredarê Bajaroka Esendereyê hat şandin.
Siruşthezan bangî ziyaretvanên deverê kirin ku siruştê qirêj nekin.
Serokê YEKDASDERê Suat Oztekîn ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan li dewrûbera Golên Cemedê yên Satê paqijî kir ku hişmendiya derdor û jîngeh bi pêş da biçe.
Berfîn Akarsuya beşdara çalakiyê jî bal kişand ku parastina siruştê, berpirsiyarî û peywira her kesî ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.