Müslüm Etgü,Eşber Ayaydın
01 Nîsan 2023•Rojanekirin: 02 Nîsan 2023
Li Eyubiyeya navçeya navendî ya Şanliurfayê 4 xebatkarên ku dema di çalê da dixebitîn û ji ber hezazê di bin xweliyê da man, hatin xilaskirin.
Li Taxa Yenîceyê ji ber ku qabloyên elektrîkê çêkin bi makîneyên kar çal hat kolan û bi ser 4 xebatkarên ku di çalê da dexebitîn xwelî hat xwarê.
Bi alîkariya kesên li derdorê 3 kes hat derxistin û kesê din jî piştî ku ekîbên îtfaiye, tenduristî, polês û AFADê hat, ji bin hezazê hat derxistin.
Ekîbên tenduristiyê Mehmet Bal, Nîhat Polatoglu, Huseyîn Mengu û Firat Karakuşê xebatkar birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şanliurfayê.