Abdullah Tel
23 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2020
Midûriyeta Giştî ya Daristanê li Baykana navçeya Sêrtê bi xesasiyeta hunerî va daristanek ava kir.
Li palên çiyayên gundewara gundê Karakayaya ser navçeyê di çarçoveya projeya "Daristana Hingiv a Gundê Karakayayê" da 13 hezar û şax hatin danîn û ji bo mêşvanan daristanek hat avakirin.
Şefê Saziya Baykanê ya Midûriyeta Saziya Daristanê ya Sêrtê Abîdîn Ayranli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wan li ser 20 hektarî şaxên 12 hezar û 500 qarqazî, 500 reşedar û 500 jî filfil danîn.
Ayranli got ku ewilî cihê wê lê şax bihatina çikandin hatin kifşkirin, sekûkirin temam bû û 6 hezar çal hatin vekirin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Ayranli destnîşan kir ku dar û nebatên li vê qadê wê di mehên biharê da ji bo 600 kewarî têr bike û wiha pê da çû: "Wek Midûriyeta Giştî ya Daristanê me li navçeya Baykanê projeya daristana hingiv ava kir û li qada daristanê şaxan danî. Li qada 15 kîlometreyî sekûkirin hat kirin. Armanca me ewe ku mêşvan bila ji vê daristanê bikaribin îstifade bikin û hingivekî bi tehm derxin. Bi tevahî me 13 hezar û 500 şax danî. Hinkivê me yê Perwariyê bi nav û deng e û ji bo pêşveçûna Sêrtê jî ev projeyek baş e. Di rojên bên da ji bo hingivê Sêrtê wê gelek bi kêr bê."
Îzzet Karadagê ku mêşên wî hene jî ji Midûriyeta Giştî ya Daristanê ra spas kir û got ku wek şêniyên gund ew ê li projeyê xwedî derbikevin.