Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Günay Nuh
20 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2022
Li Erdexan, Tuncelî û Qersê berf barî, li Erziromê jî li ser rêyan qeşa çêbû.
Li Erziromê germahiya hewayê di binê sifirê da 4 pile hat pîvan.
Li bajêr ji ber sir û seqemê paceyên mal, kargeh û wesayîtan qeşa girt.

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê gihîşt 20 santêmêtroyan.
- Qers
Li Qersê li cihên bilind berf barî, mesafeya dîtinê kêm bû.
Li navenda bajêr ji ber sir û seqemê li ser dar û nebatan qiravî çêbû.

Ji ber sir û seqemê hin çem û gol qerisîn.
Li navçeya Sariqamîşê jî li ser dar û beran qiravî çêbû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî piştî sermayê serê sibê berf barî.
Ji ber berfê her der çîl spî bû.
- Tuncelî
Li Pulumura navçeya Tunceliyê qalindahiya berfê gihîşt 20 santêmêtroyan.
Li ser rêya Pulumur û Erzîncanê şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 86emîn a Rêbejayê ji bo ku rê neyên girtin û qeşa çênebe berf paqij kirin û xoy rijandin.