Mehmet Sıddık Kaya
19 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2022
Li Diyarbekirê di çalakiyeke li ser Pira Deh Derî de bi hezaran kevok hatin firandin.
Kargêrê otêla kevokan Mehmet Batmaz, li Sûra navçeya Diyarbekirê li ser Pira Deh Derî ya navdar çalakiyek li dar xist.

Gelek kevokbaz beşdarî çalakiyê bûn û di nava qotîkan de nêzîka 10 hezar kevok bi hevdemî firandin.
Welatiyên ku hatin ser Pira Deh Derî maweyekê li kevokên ku firiyan asîmana temaşe kirin.

Organîzatorê çalakiyê Batmaz ji rojnamevanan re got ku ev yek di van mehan de kirine weke kevneşopiyekê.
Batmaz anî ziman ku ev 30 sal e bi kevokan re mijûle û destnîşan kir ku ji çar aliyên bajêr kevokbaz beşdarî çalakiyê bûne.
Batmaz got, "Me nêzîka 10 hezar kevok berdan asîmanan. Li Diyarbekirê 20 cureyê vankevokan hene."
