Önder Beyter
12 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku ji nîvro şûnda tavî dê were.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa serê sibehê kêm û bi demê ra dê perçe ewrayî be.
Li herêmê tê texmînkirin ku ji nîvro şûnda taviya binavber û bibirqetav dê were û her wiha barana ku dê li dewrûbera Erdexan û Qersê bibare jî dê cih cihan bihêz be.
Li herêmê germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur û rojhilatê nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Erziromê 9, li Qers û Erdexanê 12, li Agiriyê 14, li Îdir û Erzinganê 18 û li Tunceliyê jî 20 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 36, li Erzinanê 33, li Îdirê 32, li Agiriyê 26, li Erziromê 24, li Qersê 23 û li Erdexanê jî 22 pile be.