13 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye û tê texmînkirin ku li Îdirê wê bibe 39 pile.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê kêm ewrawî û sayî be.
Germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev li Erdexan û Qersê 12 pile, li Agirî û Erziromê 14 pile, li Tuncelî û Erzincanê 18 pile û li Îdirê jî 21 pile hat pîvan.
Li herêmê germahiya hewayê qasî 1-3 pileyan wê li gor demsalê zêdetir bê. Tê texmînkirin ba jî wê ji aliyê başûr û başurê rojavayê bê.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê îro wê li Îdirê 39 pile, li Tunceliyê 37 pile, li Erzincanê 36 pile, li Qers û Agiriyê 34 pile, li Erzirom û li Erdexanê jî 32 pile be.