Nihat Kavşut
12 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê "Komeleya Hevkarî û Parastinê ya Astengdaran" bi merasimekê hat vekirin.
Komeleya Hevkarî û Parastinê ya Astengdaran ya ji bo welatiyên astengdar bicivîne hat avakirin li Cizîrê bi beşdariya Selahattîn Yilmazê miftiyê navçeyê bi merasimekê hat vekirin.

Gulîzar Olmeza seroka komeleyê di merasima vekirinê da xeberda û destnîşan kir ji bo heyat ji bona astengdaran jî rehet bibe divê welatî hesas û baldar bin.
Olmezê destnîşan kir ji bo avakirina civakeke aram û ewle divê astengdar jî bibin perçeyekî sereke yê civakê.
Salih Sefinçê Serokê Kilûba Sporê ya Cizîrê ji bo bidin astengdaran 5 sendelyeyên astengdaran da komeleyê.