22 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
ERZURUM
Tê pêşbînîkirin ku li herêma Rojhilatê Anadoluyê berfê bibare.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat wergirtin, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê îro biroj hewa dê gelekî ewrayî be, ber êvarê jî dê baran, şilope û berf bibare.
Herwiha li gorî texmînê li Erzingan û Îdirê baran, li deverên bilind şilope, li dewrûbera Erzirum, Qers, Agirî û Erdexanê jî dê berf bibare.
Li herêmê bi şev nizimtirîn pileya germê li Erzingan û Îdirê 1, li Tunceliyê di bin sifirê da 1, li Erzirumê di bin sifirê da 3, li Agiriyê di bin sifirê da 6, li Erdêxanê di bin sifirê da 9 û li Qersê jî di bin sifirê da 11 pile hat pîvan.
Dîsa tê pêşbînîkirin ku li herêmê bi roj jî berztirîn pileya germê li Îdir û Tunceliyê 10, li Erzinganê 7, li Qersê 4, li Erzirumê 1, li Agirî û Erdêxanê jî di bin sifirê da pileyek be.