Abdullah Söylemez,Günay Nuh,Muhammet Ali Ateş,Muhammet Mutaf,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
27 Mijdar 2024•Rojanekirin: 28 Mijdar 2024
Li Erzirom, Erdexan, Agirî, Tuncelî û Qersê berf dibare.
Li Erziromê barîna berfê ya 3 roj e bi navber didome, ji nîvê şevê û pê va zêde kir.
Bi barîna vê dawiyê va stûriya berfê li navenda bajêr gihîşt 25 santîmetreyî.
Li bajêr bi şev germahiya hewayê 8 pile di bin sifirê da hat pîvan.
Her wiha navenda bajêr bi berfê spî bû û ekîbên şaredariyê xebatên xwe yên avêtina berfê didomînin.
- Erdexan
Li Erdexanê barîna berfê û serma didome.
Li navenda bajêr ji ber berfê rê û peyarê qerimîn.
Ji ber hişkî û qermê di veguhestinê da astengî derdikevin.
- Agirî
Li Agiriyê barîna berfê ya bi şev dest pê kir, heta ber destê sibehê dewam kir.
Piştî barîna berfê kuçe û kolan spîçîl bûn.
Welatiyên serê sibehê çûn kar, berfa li ser wesayîtên xwe avêtin.
Li navçeyan jî berf barî.
Navenda bajêr a berfê rûyê erdê girt, bi dronê hat kişandin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî bi tesîra sermayê serê çiyayan bû bi mij û dûman û her wiha li ser kuçe û kolanan jî qerm çêbû.
Li hin cihên bilind ên bajêr jî barîna berfê didome.
- Qers
Li Qersê jî barîna berfê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajêr berfa ku bi şev dest pê kir û bi navber dewam kir, rûyê erdê spî kir.
Rêyên ku ji ber berf û hişkiyê şimşat bûn, ji bo ajokaran bû sedema zehmetiyê.
Li navçeya Sariqamîşê berfa duh dest pê kir, didome. Ji ber barîna berfê û her wiha hişkiyê, şembelûk çêbûn.