Li Herêma Rojhilata Anadoluya ku di bin bandora hewaya sar a Îzlanda û Sibîryayê de ye, bişev hewaya herî sar li Erdexan û Qersê di bin sifirê de 21 pile hat pîvandin.
Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînên Meteorolojiyê hat hildan, li herêma ku di bin bandora hilmegura bilind a Îzlanda û Sibîryayê de ye, tê texmînkirin ku bi şev û danê sibê cemed û qeşa çêbibe.
Bi şev hewaya herî sar li Erdexan û Qersê dibin sifirê de 21, li Agiriyê di bin sifirê de 20, li Erzîncanê di bin sifirê de 16, li Erziromê di bin sifirê de 15, li Hekkarî û Mûşê di bin sifirê de 14, li Wan, Bedlîs û Îdîrê jî di bin sifirê de 9 pile hat pîvandin.
Bi roj germahiya herî zêde li Îdîr û Wanê sifir, li Agirî û Erdexanê di bin sifirê de 10, li Erziromê di bin sifirê de 9, li Qersê di bin sifirê de 8, li Hekkarî û Ezîrcanê di bin sifirê de 5, li Bedlîs di bin sifirê de 4 û li Mûşê jî di bin sifirê de 3 pile hat pîvandin.
Ji ber hewaya sar li herêmê derî û paceyên mal û kargehan cemed girt. Li rê û peyarêyan cemed çêbû. Xebatkarên Şaredariyê û yên Îdareya Taybet a Bajêr xebatên xwe didomînin.