Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi şev hewaya herî sar li Erdexanê di bin sifirê de 20 pile hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînên Meteorolojiyê hat hildan, li herêma ku di bin bandora hilmegura bilind a Sibîryayê de ye, tê texmînkirin ku dê hewa bi ewr be.
Bi şev hewaya herî sar li Erzîncan û Wanê di bin sifirê de 8, li İdîrê di bin sifirê de 10, li Erzirom û Hekkariyê 12, li Mûşê di bin sifirê de 14, li Qers û Bilîsê di bin sifirê de 15, li Agiriyê di bin sifirê de 16, li Erdexanê di bin sifirê de 20 pile hat pîvandin.
Bi roj hewaya herî germ jî li Îdirê 3, li Wanê sifir, li Hekkarî di bin sifirê de 1, li Erziromê di bin sifirê de 3, li Erzîncan, Qers, Mûş û Bilîsê di bin sifirê de 4, li Erdexanê di bin sifirê de 5, li Agiriyê di bin sifirê de 7 pile hat pîvandin
Ji ber hewaya sar li herêmê derî û paceyên mal, kargehan û wesayîtan cemed girt. Li rê û peyarêyan cemed çêbû. Li ser bana şepeliyên dirêjahiya wan digihêje metroyeke girt.
Tîmên şaredariyê bi makîneyên kar, berfên li navendê paqij dikin. Her wiha ekîban ji bo rê vekin, xebatên xwe bênavber dewam dikin.
Li Bilîsê qalindahiya berfê 102 santîmetro ye
Qalindahiya berfê li Bilîsê 102, li Erdexan û Hekkariyê 20, li Agirî û Mûşê 15, li Erziromê 14, li Wanê 6, li Erzîncan û Qersê 5 santîmetro ye. Her wiha qalindahiya berfê li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 75, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 70, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê ya li navçeya Sarîqamîşê 50, li Ergana girêdayê Erzîcanê 20, li Çiyayê Kopê 58 santêm hat pîvandin.