Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Muhammed Onur Yavrutürk,Abdullah Söylemez
16 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2023
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê hewaya sar û berfa ku barî tesîrê li ser jiyanê dike.
Li Erziromê germahiya hewayê ya herî kêm a bişev daket 10 pileyan.
Hin şadirwan, kanî û paceyên wesayîtan qeşa girt.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindiya berfê gihîşt 35 santêman.

- Erdexan
Li Erdexanê jî cihên bilind ji ber berfê çîl spî bûn.
Li ser baniyên xaniyan şembelûk çêbûn û rûyê Çemê Kurayê qerisî.

- Qers
Li Qersê jî ji ber sermayê gol û çeman qeşa girt.
Welatiyên ku paceyên wesayîtên wan qeşa girt serê sibê qeşayê paqij kirin.

- Agirî
Li Agiriyê ji ber sermayê Çemê Muradê û hin çemên din qeşa girt.
Welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.