Haydar Şahin
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2019
SİİRT
Yakup Dayanê 53 salî yê bavê 6 zarokan 37 sal e li Sêrtê solan pîne dike û bi qezenca xwe nanê xwe bi dest dixe.
Dayan ji bo tevkariyê bide debara malbata xwe di 14 saliya xwe da bi bavê xwe ra çû Karşiyakaya navçeya Îzmirê. Dayan di 16 saliya xwe da pînekirina sola hîn bû û bi salan e li memleketê xwe solan pîne dike.
Dayanê ku ji ber tunebûnê nikare ji xwe ra dikanê veke li desgeha ku ji xwe ra li Taxa Tinaztepeyê vekiriye bi Huseyinê kurê xwe yê 16 salî ra neslekê xwe didomîne.
Dayan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo debara mala xwe bike meslekê xwe yê ku di zaroktiya xwe da hîn bibû bênavber didomîne.
Dayan got ku li quncekê mizgeftê bi kurê xwe ra ligel sermayê dixebite û wiha pê da çû: "Ji ber ku aboriya me baş nîne nikarin ciyekî kirê bikim. Bi salan e ez li vî quncî meslekê xwe didomînim. Ji bo di binê şiliyê da nemînin em şesiyeyê vedikin, bi kozên agir ên ku ji firinê distînin va jî xwe germ dikin."
Dayan diyar kir ku bi kêfxweşî meslekê xwe dike û bi pereyê qezenc dika va vî jî debara mala xwe dike, ji ber ku yeoknolijî pêş ket eleqeya nîşanî meslekê wî didin gelekî kêm bûye.
Dayan got ku şebeqê zû destgeha xwe vedike û hetanî tarî dikeve erdê dixebite û wiha pê da çû: "Ez rizqê xwe ji vê destgehê qezenc dikin. Min 6 kurên xwe bi saya vê destgehê mezin kirin. Min meslekê xwe hînî kurê xwe jî kir. Dema diçim nimêjê, serxweşiyê an jî ciyekê din kurê min li destgeha me mêze dike."
Dayan got heya ku quweta wî hebe ew ê meslekê xwe bidomîne.
Huseyîn Dayan jî got meslekê ku ji bavê xwe hîn bûye bi kêfxweşî dike.
Dayan got daxwaza wî ya herî mezin ew e ku ji xwe ra dikanekê vekin û wiha pê da çû: "Meslekê me girîng e lêbelê nikarin di şilî û berfê da destgehê vekin. Dema hewa xweş be em destgehê vedikin û xizmetê didin mişteriyên xwe. Ji bo domandina meslekê xwe hilikek jî hebûya ew ê ji bo wan baş bibûya."