Önder Beyter
03 Gulan 2020•Rojanekirin: 04 Gulan 2020
Li navçeya ku balindeyên koçber hatin dehl û deviyan, laleyên serserkî û kulîlkên endemîk ên ku li çiyayên bibelekî, mera û daristanan bişkivîn, dîmenên rengîn derxistin holê.
Li geliyê Soguksu, Uludere û Keklîkê ku 10 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, "laleya qafê" ku cureyek ji laleyên serserkî ye, di nava Daristanên Darçamên Zer bişkivîn û daristan xemilandin.
Laleyên qafê ku dê mehekê daristanan bixemilînin, bala xwezahezan dikişînin.