Önder Beyter
03 Gulan 2020•Rojanekirin: 04 Gulan 2020
Heywandar Erdal Bayramhan diyar kir ku îsal ji ber tedbîrên vîrusa koronayê însan li malên xwe dimînin.
Bayramhan diyar kir ku ciyên ger û pîknîkê ji ber sînordarkirinan xalî bûn û wiha dewam kir, "Em wekî heywandar ji ber ku çêre li vê derê hêşîn bûye, em pezê xwe tînin û li vê derê diçêrînin. 3 roj qedexeya derketina derva tê sepandin. Me jî ji Midûriyeta Çandiniya Navçeyê belgeya îznê sitand û me heywanên xwe anîn. Heywan li vê derê ku çêre nû hêşîn bûye û zehf e, diçêrin."