Cüneyt Çelik
16 Mijdar 2025•Rojanekirin: 20 Mijdar 2025
Li Qersê ku lê berf dibare, gurên ku birçî man daketin navenda bajêr.
Li bajêr ji duh êvarê va berf dibare, ji ber berfê heywanên kovî birçî man û daketin navenda bajêr.
Gurên ku daketên bajêr ketin ber kameraya wesayitek ku ji rê derbas dibû.
Ajokarê li ser rêbeja Qers-Dîgorê ber bi avahiyên TOKÎyê va diçû, wextê gurên ku ketin pêşiya wesayitê ferq kir, leza xwe daxist.
Di dîmenê da tê dîtin ku qismekî gur derbasî rexê rê dibin û qismek jî paşva vedigerin.