Sevim Hatun
19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2016
KARS
Li Sarîqamişa navçeya Qersê pileya hewayê daket bin sifirê.
Li navçeyê duh berf barî û piştî berfê li herêmê pileya hewayê daket bin sifirê 8an.
Ser banên xaniyan, paceyên erebe û ser gulî û çiloyên daran qeşa çêbû.
Li herêmê hin welatiyan berfa ber derê xaniyê xwe paqij kir.
Danê sibê li cihên bilind ên herêmê mij hebû, herwiha berfa li ser guliyên daran jî dîmeneke xweş û balkêş derxist holê.